Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mezlûm Ebdî Hilweşandina HSD Radigihîne

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro Sêşemê hilweşandina HSD'ê, Rêveberîya Xweser û hemû hêzên leşkerî û sivîl ên girêdayî wê ragihand, û tevlêbûna wan a tevahî bi sazîyên dewletê re ragihand.

Ebdî di konferansekê de li Koşka Gel li Şama paytext got ku Sûrîyê ketîye qonaxeke nû ya dîrokî, ku sernavê wê aştî, aramî û avakirina welatekî nû ye.

Ebdî got ku piştî peymana bi Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed Şeri' re û piştî temamkirina pêvajoya tevlêbûna hêzên wan di nav lîwayên artêşa Sûrîyê de, erka HSD'ê bidawî hatiye. Wî tekez kir ku HSD'ê êdî hêzeke leşkerî ya serbixwe nîne.

"Îro em di kêlîyeke dîrokî de li ber we radiwestin, rûpeleke girîng di dîroka Sûrîyê de vedikin û dest bi serdemeke nû ya aştî, aramî û avakirina niştimanî dikin," Ebdî di gotara xwe de got.

Ji damezrandina xwe ve sala 2015'an, HSD'ê di yek ji demên herî dijwar ên dîroka Sûrîyê de berpirsiyarîyeke mezin hilgirt ser xwe. Bi alîkarîya koalisyona bi serkêşîya Amerîkayê, wê komê gelek bajar û bajarokên Sûrîyê ji kontrola rizgar kirin.

Ebdî got ku ew dixwazin ev roj bibe destpêka veguhestineke rastîn ji qada şer ber bi qada avakirinê û ji serdema çekan ber bi serdema aştîyê ve.

Li gor, Ebdî di qonaxa pêş de dê balê bikişîne ser misogerkirina mafên bingehîn ên hemî pêkhateyên civaka Sûrîyê, di pêşî de naskirina perwerdehîya bi zimanê Kurdî bi fermî û çalakkirina gavên pêwîst heta sala nû.

Di dawîya gotina xwe de, Ebdî li ser girîngîya hevkarîya di navbera pêkhateyên cihêreng ên Sûrîyê de, Kurd, Ereb, Suryanî, Aşûrî û Tirkmen, tekez kir û banga nûavakirina Sûrîyê û vegerandina aramîyê kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG