Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dibêje ku rêkeftina dawîya Çile di şert û mercên heyî de encama herî baş bû.
Ebdî di hevpeyvînekê de ligel kenala Amerîkî PBS News got, "em nabêjin ku ew ji bo Kurdan rêkeftina herî baş bû, lê ji bo misogerkirina agirbestê, ji bo avakirina seqamgîrîyê û çareserkirina pirsgirêkên, me bi rêya diyalogê, erêkirina rêkeftinê guncaw be.”
Di bersiva pirsekê de ku “eger desthilata rêvebirina xwecihî ya bihêz, mafê kontrolkirina polîs û dibistanên xwecihî ji Kurdan re bê dayîn, gelo ev bes e? An jî Kurdên Sûrîyê dê autonomî an jî serxwebûnê bixwazin?” Ebdî got:
“Na, di van şert û mercên taybetî de, ev e ya ku em dixwazin. Ew hebûna rêveberîyeke xwecihî ye, ku Kurd bikaribin herêmên xwe birêve bibin û nasnameya Kurdî biparêzin.”
Rojnamevanê PBS Nick Schifrin ji Ebdî dipirse,” Tu dibêjî rêveberîya xwecihî ya bihêz bes e û pêwîstîya te bi xweserî an jî serxwebûnê tuneye?”
Bersiva Ebdî ev bû: “Em autonomîyê dixwazin. Lê belê, ji ber şert û mercên heyî, şertê qebûlkirina me ji alîyê hikûmeta Şamê ve tenê rêveberîya xwecihî ye.”
Di bersiva pirsekê de li dor senaryoya têkçûna rêkeftina bi Şamê re, Ebdî got ku “ez naxwazim tiştekî wisa biqewime, lê eger rêkeftin hilweşe, emê heta dawîyê di têkoşîna xwe de berdewam bin. Ji bo me qet ne mumkin e ku em dev ji herêmên Kurdî berdin.”
Derbarê hebûna Daişê û şerê dijî wê, Ebdî got "Daiş hîn jî pir bihêz e û herwiha hêdî hêdî gihîştîye bajarên mezin ên Sûrîyê. Ew dikare herdem êrîşan bike. Ez bawer dikim ku heke şerê li dijî Daişê bi tundî berdewam neke, rêxistin dê careke din gefên xwe li ser cîhanê bidomîne.”
Fermandaê HSD’ê di bersiva pirsa egera vekişîna hêzên Amerîkî de dibêje ku, "Vekişîna leşkerên Amerîkî di vê dema hestiyar de ne hizreke baş e, ji ber ku ewê bê guman bibe sedema pirsgirêkên navxweyî, nemaze di şerê berdewam ê dijî terorîzmê de.”
Derbarê nasnameya xwe ya Sûrî, Ebdî got, "du nasnameyên min hene. Yek ji wan Sûrî ye û ya din jî Kurdî. Ez bi eslê xwe Kurd im. Ez bi herduyan jî serbilind im. Em dixwazin xeyal bikin ku Sûrîyê ji nû ve were avakirin, lê di heman demê de em dixwazin bibînin ku herêmên Kurdî pêş dikevin û geş dibin û Kurd di nav welêt de rolên xwe yên serekî digirin.”