Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hevdîtina Şandeke Sûrî de, Rubio ligel Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed Kom Dibe

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Înê ligel şandeke hikûmeta demkî ya Sûrîyê kom bû ku tê de fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî beşdar bû.

Civîn ku li Almanyayê pêk hat di çarçoveya Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê de bû.

Di şanda Sûrîyê de ku ligel Rubio kom bû, Wezîrê Derve Ese'ed el Şeybanî, Ebdî, û Îlham Ehmed, berpirsa ofîsa peywendîyên derve ya Rêvebirîya Xweser cih girtin.

Şanderê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack li ser platforma X wêneyeke civînê belav kir û ligel nivîsî: "Wêneyek hemberî hezar gotinan e -- destpêkeke nû."

Wezareta Derve ya Sûrîyê di postekê ser X de got ku pêşketinên xwecihî û herêmî, ligel piştgirîya Amerîka bo prosesa tevlîbûna HSD hatin gotûbêjkirin.

Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê, ku îro Înê destpê kir, rêber û serokan ji seranserê cîhanê tîne ba hev. Di van civînan de mijarên ewlekarîya cîhanê tên gotûbêjkirin.

XS
SM
MD
LG