Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlum Ebdî Pesna Daxuyanîyên Pedersen Dide


Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî îro Înê pesna daxuyanîya Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê bo Sûrîyê, Geir Pedersen da.

“Em pêşwazîya daxuyanîyên Nûnerê Neteweyên Yekbûyî @GeirOPedersen dikin û piştgiriyê didin hewlên jibo veguheztinek siyasî ya serketî, “ Ebdî di peyameke li ser platforma X’ê got.

Pedersen di preskonferanseke de roja Pencşemê li Şamê dîyar kir ku NY divê bibîne ku veguhestina siyasî ya li Sûrîyê ser dikeve û nabe ku ew têk biçe.

“Divê em bibînin veguhestineke hembêzkar heye; di pêyvajoyeke siyasî ya bi rêberîya Sûrîyan de, serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê jinûve ava dike, û rê li ber destûreke nû ve, hilbijartinên azad û dadmend vedike. Herwiha daxwazên rewa ya gelên Sûrîyê bi cîh dikin.“

Pedersen dîyar kir ku tevahîya xalên wî diyar kirine, wek prensîbên bingehîn yên biryara 2254 ya Civata Ewlekarî ya NY ne.

Nûnerê NY herwiha bal kişand ser girîngîya çareserkirina keşêyên li bakurê rojhilatê Sûrîyê.

Pederson got ku wî ev yek bi serokê de fakto Ehmed El-Şeraa re ragihandiye û wî jî jibo şopandina çareserîyê amadebûna xwe dîyar kiriye.

“Û eşkere dibe ev (ku rewşa Bakurê Rojhilat ) jibo Sûrîya nû bibe dijwariyek cidî. Loma, divê em çareserîyekê bibînin. Û banga min ji hemî alîyan re ew e ku jibo pêşveçûnê niha derfet hene."

Pederson bi bîr xist ku berî demekê li Şamê di navbera Şera û serokê HSD'ê de hevdîtinek pêk hat û ew wek însîyatîfek girîng bi nav kir.

“Û ez hêvî dikim ku ewê ku jibo çareserkirina rewşê bi aştîyane û dîplomatîk hewil bidomînin. Eşkere ye ku, pir zêdetir tişt hewce ne. Lê ya girîng ew e ku ew jibo çareserîya aştîyane dema hewce bistînin. Û bi ditîna min jibo çareserîyê tawîz ji her alîyan hewce ne."

Ebdî di heman peyama xwe de li ser X’ê jibo çareserîya bakur û rojhilatê Sûrîyê helwesta HSD’ê xwe dîyar kir.

“(Jibo çareserîya) kêşeya bakur û rojhilata Sûrîyê û beşdarîya hêzên me di nava dewleta Sûrîyê de, nêzîktîyeke baş nirxandî pêdivî ye. Divê rê li ber vîzoyneke netyewî ya berfireh vebe û rê li ber Sûrîyeke yekgirtî ku cihêrengîya xwe nîşan bide, nûnertîya dadmend garantî bike û dadwerî û wekhevîyê jibo hemûyan ewle bike, “ Ebdî got.

Jêder: X, NY

XS
SM
MD
LG