Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulbaqî Yusif: Nûçeyên Derheqa Otonomîya Kurdî Propaganda ne


Xwepêşanderên hevrik îro Înîyê dîsa derketine kolananên Daraa. Mijdar 11, 2011.
Xwepêşanderên hevrik îro Înîyê dîsa derketine kolananên Daraa. Mijdar 11, 2011.

Rojnameya Fransî Le Figaro berî çend rojan raporteke balkêş weşand û tê de îdîa dike ku rejîma Sûrî ketîye nav hewldaneke ku Kurdan li dijî Tirkîyê kar bîne.

Rojname dibêje, Beşar Esed dixwaze Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) li dijî opozîsyona Tirkîyê bixebîtîne û beramberî wê yekî jî, otonomî bide Kurdan.

Endamê Rêvebirîya Partîya Yekîtîya Kurdî li Sûrîyê (Yekîtî) Abdulbaqî Yusif, di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de li ser mijarê disekine.

Birêz Yusif dibêje, raportên ku behsa otonomîya Kurdan li Sûrîyê dikin derew in û propgandayên rejîma Sûrî ne.

Abdulbaqî Yusif her wiha dibêje, Kurdên li Sûrîyê “Tevgera Netewî” damezrand, lê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) nav de cîh negirtîye.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG