Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemo: Rewşa Sûrîyê Şermezarî ye bo Dîroka Mirovatîyê


Abdulbasit Hemo
Nûnerê navneteweyî bo aştîyê li Sûrîyê Lexder Brahîmî roja Şembî bi serokê Sûrî Beşar El Esed re kom bû û hişdarî da ku qeyrana Sûrîyê metirsî ye bo tevaya herêm û cîhanê.

Brahîmî herwiha dibêje ku erkê wî jibo ragirtina tundûtûjîya Sûrîyê “pir zehmet e.”

Abdulbasit Hemo, berpirsê têkelîyan yê Partîya Yekîtîya Kurdistanê li Sûrîyê, dibêje her kes dizane ku bizavên Brahîmî serkeftî nabin.

Birêz Hemo dibêje ku çîroka Sûrîyê “ne çîroka dîyalogê ye û ne jî çîroka dîtin û dîplomasîyetê ye.”

Bitenê du rêk hene jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê, “yan Beşar derkeve yan şoreş biserkeve,” li gorî birêz Hemo. Wî herwiha got ku rewşa Sûrîyê şermezarî ye bo dîroka mirovatîyê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG