Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulbasit Seyda li Moskow bi Rêberên Rûsyayê re Kom Dibe


Abdulbasit Seyda
Abdulbasit Seyda
Wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov roja Çarşemê li Moskow bi Abdulbasit Seyda, serokê Encûmena Niştîmanî yê Sûrîyê re kom bû.

Lavrov daxwaza hikûmeta Rûsyayê dubare kir ku hêzên hikûmet û opozisyonê tundûtûjîyan bi dawî bînin.

Wezîrê derve yê Rûsî herwiha got ku divê gelê Sûrî bi xwe biryarê li ser paşeroja welatê xwe bide.

Ev yekemîn serdana Abdulbasit Seyda ye bo Rûsyayê, piştî wek serokê Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê ya opozisyon hate destnîşankirin.
XS
SM
MD
LG