Piranîya Kurdan naxwazin Artêşa Azad ya Sûrîyê li deverên Kurdî çalakîyan bikin, her wek hatîye ragihandin.
Abdulfetah Dihîr, serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Azad, dibêje ku hêzên artêşa Azad ne li bajaran Kurdan in û nikarin derbasî wan bajaran jî bibin.
Birêz Dihîr dibêje, dibe ku hindek kes li Qamişlo jiber berjewendî û xwestinên wan yan acizbûna wan ji hêzên encûmenên Kurdan bibin endam di Artêşa Azad de.
Eger hêzên Artêşa Azad ya Sûrîyê derbasî bajarên Kurdî bibin, hêzên Kurdî wê bikaribin bersîngê wan bigirin bi alîkarîya rejîma Esed, li gor gotina birêz Dihîr.
Birêz Dihîr dibêje, gelê Kurd di hesta xwe ya wîjdanî de tu carî qebûl nake rejîma Beşar Esed biparêze, neyarê wê rejîmê her kî be, lê belê Îro hesta wîjdanî ji civaka Kurd hatîye revandin.