Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Melîk Abdullah Dibêje Urdun û Misir Penaberên Filîstînî Qebûl Nakin


Melîk Abdullah û Serokwezîrê Almanya Scholz
Melîk Abdullah û Serokwezîrê Almanya Scholz

Melîkê Urdunê Abdullah îro Sêşemê got ku dive pirsgirîka mirovahî ya li Gaza û Kenara Rojava li nava wan deveran were çareser kirin.

Melîk Abdullah hişyarî da ku divê penaberên Filîstînî ber bi Urdun û Misirê re neyên şandin.

"Ew, ji me re xeta sor e jiber ku weke her dem, plana hin kesan heye ku li ser erdê rewşeke defakto anku kiryarî ava bikin û Filîstînîyan derbider bişînin Urdun û Misirê.”

Wî got ku new ne jî Misir hatine penaberên Filîstînî qebûl dikin.

Melîk Abdullah ew daxuyanî, di preskonferansa hevbeş ya bi Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz de, ya xwe li Berlînê da.

Hêjayî balkişandinê ye ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî gotibû ku rêvebirîya Biden piştgirîya pêşnîyarên cîhkirina Filîstînîyan ya li dervayê Gaza nake.

XS
SM
MD
LG