Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya Rewşa Awarte ya Seranser Welêt Radigihîne


Hikûmeta Japonya li seranserê welêt rewşa awarte ragihand.

Ew rewşa awarte, ku dê heta 6’ê Gulanê bidome, rê dide rêvebirîyên eyaletan ku tedbîrên berfirehtir jî bistînin.

Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe di 8’ê Nîsanê de bi tenê bo 7 herêmên welêt rewşa awarte ya yekmehî ragihandibû.

Jiber zêdebûna hejmara pêketîyên vîrusa korona, rexneyên dijî Abe gurtir bûbûn.

Anketeke li Japonya nîşan dide ku 75 ji sedê gel dibêje ku rewşa awarte li Tokyo bi derengî hatiye ragihandin.

Vîrusa korona li Japonya ketiye canê 8600 kesan û 178 kesan jiber wê jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG