Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborîya Amerîka bi Berdewamî Baştir Dibe, Karên Nû Zêde Diafrîne


Wezareta Kar ya Amerîkî îro Înê ragihand ku di meha Gulanê de pirtir kes dest bi kar kiriye û mûçeyên xebatkaran û mûçeyên wan jî zêdetir bûye.

Wezareta Kar di raporta xwe de hîn nîşane pêşkêş dike ku aborîya Amerîka ji bandorên wêrankar yên pandemîya korona difilite û ber bi başbûnê diçe.

Di raportê de te gotin ku di meha borî de 559 hezar karên nû peyda bûne û mûçeyên 278 hezar karan jî zêde bûne.

Lê, rapor nîşan dide ku hîn 7.6 mîlyon kes bêkar in ku ew hejmar ji Sîbata 2020’an ya berî destpêbûna pandemîya korona bilindtir e.

Aborîzan bal dikşînin 8.1 mîlyon kar hene ku li benda xebatkaran in loma jî kardar mûçeyên jibo wan karan zêde dikin ku bikaribin bala karkeran bikşînin.

Li gor raportê, 292 hezar karên nû di sektorên şahî, kêfxweşî û otelan de û 186 hezar karên nû jî di sektorên xwaringeh û meyxaneyan de peyda bûne.

XS
SM
MD
LG