Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborîya Amerîkayê ji Texmînan bi Leztir Mezin Dibe


Ekonomîya Amerîkayê li gorî pêşbînîyên li meha Nîsan, Gulan û Hezîranê bi leztir mezin bû û bazara kirîn-firotina xanîyan jî li meha Tîrmehê baştir bû.

Pisporên Wezareta Bazirganîyê dibêjin, aborîya Amerîkayê di çaryeka duyê de, li gorî texmînên pêşîn bi rêjeya salane ya 1.7 ji sedê baştir bûye.

Aborîzan dibêjin, divê mezinbûna aborîyê ji 2 ji sedê bibore da ku rêjeya bêkarî ji 8 ji sedê nizimtir be.

Kêşeya bêkarî di hilbijartinên seroktîyê de jî mijareke girîng e ku Komarî li dijî Serok Obama yê Demokrat bikar tînin.
XS
SM
MD
LG