Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Omer: Piranîya Jêderên Aborî li Sûrîyê Ketin Destê HSD'ê


Bi pêşveçûna dawî ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li parêzgehên Reqa û Dêrazorê pêk anîye û kontrolkirina mezintirîn zevîya petrola Sûrîyê ango Zevîya El-Omer ya Neftê, piranîya çavkanî û samanên aborî li Sûrîyê ketin destê vê hêzê.

Derbara destketiyên aborî yên HSD'ê, mamosteyê aborî li Zanîngeha Efrînê Çeleng Omer ji Dengê Amerîka re axifî.

"Tê zanîn ku herêmên Kurdî li Sûrîyê bi jêderên aborî dewlemend in. Piştî rizgarkirina herêmên li Reqa û Dêrazorê yên wek Bendava Tabqa û zevîya El-Omer ya neftê û sazîya Konîko ya gaze, êdî kanîna vê hêzê zêde dibe".

Li ser pirsa “ka çiqas HSD'ê û rêvebirîya bakurê Sûrîyê dikane van saman û jêderên aborî hilberîne û sûdê jê bigire û astengîyên li hember wan” Omer wiha bersîv dide:

"Jiber şer û operasyonên leşkerî zarareke mezin gihişt zevîyên neftê û gazê, loma hilberîna wan dê zehmet be. Teknolojî pêwîst e, lê welat û kompanîyên koalîsyonê dikanin vê rolê bilîzin".

Omer bal dikşîne ku ev jêder dikanin di paşeroja Sûrîyê de roleke girîng bilîzin û li ser bingeha berjewendîya hevbeş dikanin ji hevkirina HSD'ê û Şamê re bibin alîkar.

"Jibo nûavakirina Sûrîyê û fînansekirina budceya navendî, pêwîstî bi jêderên aborî yên di destê HSD'ê heye. Loma hikûmet û rêvebirîya Bakurê Sûrîyê dikanin bigihejin hin rêkeftinan ku Rûsya û Amerîka jibo çareserîya sîyasî li ser bingeha aborî dikanin xwedî rol bin."

Hêjayî gotinê ye ku HSD'ê di pêngava Bagera Cizîrê ku li Dêrazorê bi piştgirîya koalîsyona navneteweyî pêk tîne de, mezintirîn zevîya neftê li Sûrîyê El-Omer û sazîya Konîko ya berhemanîna gazê kontrol kiribûn.

NR_10_26_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:49 0:00

XS
SM
MD
LG