Raporta Wezareta Karî ya Amerîka diyar diket ku aborîya Amerîka 103,000 delîveyên karî li meha 9 Îlonê bi destînane, lê rêjeya bêkarîyê herweka berê bilind maye û 9.1 ê ye.
Raport dibêje, ew destkeft di kertê taybet da bû.
Destkeftên mehane yên karî baştir bûn ji pêşbînîya piranîya aborînasa. 45,000 karmend vegeran karên xwe piştî gireva karmendên kempanîya Verizon ya peywendîyan li meha 8.
Duhî Pêncşem Serok Obama rijdî li Kongirêsê Amerîkî kir heta pêşnivîsa wî ya bi 447 milyar dolaran pesend bike. Wî got, ew dê aborî yê welatî qeym bike û xelkê bêxe karan.