Karbidestên payebilind ên Amerîkî û yên welatên ku îmzakarên Peymanên Îbrahîm in, roja Pêncşemê li New Yorkê kom bûn; ku piştî êrîşên Hamasê yê dijî Îsraîlê di 7’ê Cotmeha 2023’an de ve, ev civîna yekê ya fermî ya wan welatan e.
CBS News ev nûçe roja Pencşemê ragihand. Wezareta Derve ya Amerîka jî îro Înê ev raport li ser hesabê xwe yê fermî yê X’ê parve kir.
Nûnerên Îsraîl, Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat), Behreyn û Mexribê ligel karbidestên Amerîkî beşdarî civînê bûn. Qazaxistan jî, ku beşdarbûna peymanê hizir dike, cara yekê beşdarî civînê bû.
Allison Hooker ya ku Cîgira wezîrê derve yê jibo Karûbarên Siyasî rêberîya şandeya Amerîkî dikir.
“Nêzî sê sal piştî 7’ê Cotmehê, welatên Peymanên Îbrahîm dîsa li hev civiyan,” Hooker got.
Civîn di dema Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (UNGA) de hat darxistin û di cîvînê de xurtkirina hevkarîya di navbera welatên beşdar û berfirehkirina peymanan, wek xala sereke hatîyê gotûbêj kirin.
Peymanên Îbrahîmê rêze peymanên dîplomatîk ên dîrokî ne û normalkirina peywendîyên di navbera Îsraîl û di serî welatên Ereb û yên din armanc dikin û di serdema yekê ya seroktîya Donld Trump de, pêk hatin.
Cara yekê, Peymanên Îbrahîmê, di 15’ê Îlona 2020’an de, li Qesra Spî di navbera Îsraîl û Îmarat, Bahreynê de, wek peymanên cûda cûda hatin îmza kirin.
Lê, piştî êrîşên Cotmeha 2023’an ên Hemesê û şerê piştre ên li herêmê, hewlên jibo berfirehkirina van peymanan hêdî bûn.
CBS News ragihand ku rêvebirîya Trump hewlên ji bo tevlîkirina welatên din di Peymanên Îbrahîm de wek yek ji pêşengîyên xwe yên girîng dibîne.