Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abramovich Beşdarî Danûstandinên Rûsya û Ukrayna Dibe


Roman Abramovich
Roman Abramovich

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karsazê dewlemend yê Rûs Roman Abramovich li Stenbolê beşdarî danûstandinên aştîyê yên Rûsya û Ukrayna dibe.

Abramovich, ku bi olîgarkîya xwe jî tê nas kirin, jiber şerê Rûsya û Ukrayna bi toleyên welatên rojava re rûbirû maye.

Kremlînê dîyar kiribû ku Abramovich bo danûstandinên aştîyê di hewildanê de ye û dabû zanîn ku peyvajoya bêyî wî jî êdî dikare bimeşe.

XS
SM
MD
LG