Nûnerê taybet yê Amerîkî yê bo Venezuela Elliott Abrams got ku Serok Donald Trump pêgir e ku serokê Venezuelî Nicolas Maduro desthilatê berde û rê li ber rêberê opozîsyonê Juan Guaido veke.
Abrams red kir ku Washingtonê nema girîngî dide mijara Venezuela û bala xwe dide mijarên wek Îranê û Çînê.
Wî herwiha dîyar kir ku nabe Maduro bibe beşeke hikûmeteke yekgirtî ya sibêrojê.
“Ne pêkan e ku Maduro bibe beşek ji hewilên çereserîyê yan di hikûmeteke nû ya yekgirtî de cîh bigire,” Abrams got.