Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Rojnamevana Hollandî Ans Boersma Dersînor Kir


Ans Boersma
Ans Boersma

Tirkîyê îro Pêncşemê ragihand ku nûçegîhana rojnameya Het Financieele Dagblad ya li Stenbolê, Ans Boersma hate dersînor kirin.

Tirkîyê got ku biryara sersînorkirina Boersma, piştî agahîyên ji polîsên Hollandî hate dayîn ku peywendîya wê bi rêxistineke terorîstî heye.

Karbidestên polîsên netewî yên Hollandî red kir ku ser îdiaya Tirkîyê daxuyanî bidin.

Rojnameya Het Financieele Dagblad berevanî li rojnamevana xwe kir û got ku dersînorkirina Boersma binpêkirina berbiçav ya azadîya ragihandinê ye.

Boersma ya 31 salî ji sala 2017’an vir ve li Tirkjîyê dixebitî û berê jî mamostetîya rojnamevanî dikir.

Wê di raportên xwe yên dawî de rewşa firîngeha nû ya Stenbolê û kuştina Cemal Xaşiqcî kiribû nûçe û gotibû ku Erdogan kuştina wî bi kar tîne.ka

Tirkîye, di hejmara rojnamevanên zindankirî de rêza yekê ya cîhanê ye. Rojnamevanên Bê Sînor dibêje ku Tirkîye di warê azadîya ragihandinê de, di nav 180 welatên cîhanê di rêza 157 de ye.

XS
SM
MD
LG