McGurk şanderê taybet yê serokê Amerîka bo hevpeymanîya navnetewî ya şerê li dij DAIŞ'ê di hesaba xwe ya taybet ya twîterê de, derbarê jiyan ji dest dana serokê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Adnan "Abu Amjad" twîtek weşand, McGurk dibêje "jibo min dîtina Abu Amjad şerefmendîyek e, şervanê li dij çekdarên DAIŞ'ê, Abu Amjad duh li Reqa jiyan xwe ji dest da".
Duh Hêzên Sûriya Demokrat di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek derbarê jiyan ji dest dana serokê Mecilsa Leşkerî ya Minbicê Adnan "Abu Amjad", daxuyaniyek weşand. Di daxûyaniyê de tê gotin ku, HSD dê rêbaza Abu Amjad bernede û li ser riya wî bimeşe. Daxuyanî herwiha dibêje Abu Amjad rolekê giring hebû di şerên li dij çekdarên DAIŞ'ê de, li Kobanê, Minbic, Şedadê û heta Reqa.
McGurk herwiha derbarê veguhastina çekdarên DAIŞ'ê twîtek weşandiyeku, ew çekdar ji herêma Cirud ya Arsal li gor peymanekê di navbera artêşa Lubanê û Hizbullah û DAIŞ'ê bû, li gor wê pêkhatinê, çekdar tevî malbatên wan, bo herêma Albokamal ya liser sînorê Îraqê hatin veguhastin.
McGurk di twîta xwe de dibêje, "ev nayê qebûl kirin, divê çekdarên DAIŞ'ê di şer de bihên kuştin, ne bi basan ji Sûriyê bê razîbûna Îraqê veguhêzin ser sinorên wî welatî".