Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Ceyş El-Suwar Ebu Araj Rewşa Dawî ya Xan Şêxûn Dinirxîne


Bajarokê Xan Şêxûn
Bajarokê Xan Şêxûn

Artêşa Sûrî bi piştevanîya hêz û firokrên Rûsî, kanîbû li herêmên başûrê Îdlibê û bakurê Hemayê pêşketinên leşkerî li ser erdê pêk bîne.

Artêşê, herî dawî bajarê Xan Şêxûn kontrol kir û çekdarên opozîsyonê û yên îslamî ji wê derê qewitandin.

Cîgirê fermandarê Ceyş El-Suwar, Ahmed Sultan Ebu Araj dibêje ku bi ketina Xan Şêxûn di destê rejîmê de hemû deverên bakurê Hema yên wek Letamînê, Kefer Zêtê û Morik, ku xaleke çavdêrîyê ya Artêşa Tirk li wir e, tên dorpêç kirin.

“Xan Şêxûn li ser rêya Heleb û Şamê ye û du girên stratejîk lê hene: girê Nimir û girê Hiriş. Kontrolkirina artêşa rêjîmê ji van herdu giran re tê wateya serdestîya li rêya Xan Şêxûn û Miarit El-Nuiman ve”.

Ebu Araj dîyar kir ku pêşketina artêşa Sûrî li deverê di encama rêkeftina Astana de pêk hatiye, ku her sê dewletên garantor anku misogervan Rûsya, Tirkîye û Îran li ser vê yekê li hev kiriye.

Ebu Araj, ku bi xwe ji Îdlibê ye, êrîşa ser Xan Şêxûn bi tundî şermezar kir û bal kişande ser rewşa mirovî, ku bi sedan hezar kes penaber bûne.

Wî berpirsî xiste stûyê alîyên Astana û banga destwerdana lezgîn ji Konseya Ewlekarîyê û Neteweyên Yekbûyî kir.

Hêjayî bîr xistinê ye ku cara yekê ye ku artêşa Sûrî ji sala 2014’an vir ve deverên başûrê Îdlib û bakurê Hemayê kontrol dike ku di rêkeftina Astana de wek herêmên kêmkirina şer hatibûn ragihandin.

NR_08_21_2019_Ebu_Araj
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:47 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG