Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson Û Al-Jubeir li Paytext Riyad di Prêskonferansekê De


 Rex Tillerson Wezîrê derve yê Amerîka û Adel Al-Jubeir wezîrê derve yê Erebistana Saudî.
Rex Tillerson Wezîrê derve yê Amerîka û Adel Al-Jubeir wezîrê derve yê Erebistana Saudî.

Piştî peymana leşkerî dinavbera serok Trump û şahê Erebistana Saudî şah Selman de hat îmzekirin, herdu wezîrên derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevpîşeyê wî yê Saudî Adel bin Ahmed Al-Jubeir, di prêskonferansekê de li paytext Riyad amdae bûn.

Di axiftina xwe de wezîrê derve yê Erebistana Saudî, Adel bin Ahmed Al-Jubeir behsa girniya serdana serok Trump û şanda Amerîkî kir û ev seredan weke "seredanek dîrokî"nirxand.

Adel bal kişand ser girnigiya peymana ewlekariyê ya bi Amerîka re jibo parastina ewlekariya herêmê û nexşeyeke nû ya leşkerî jibo jinavbirina terorê û çavkaniyên wê yên abûrî, Adel got "Ewê çavkaniyên terorê hişk bikin".

Al-Jubeir herweha da zanîn ku hevkariya bi Amerîka û rojva re ne tenê di warê jinvabirina terorê û rawestandina aliyên terorê destek dikin e, herweha ewê bi Amerîka re di warê perwerde, xwendin, abûrî û karsaziyê re, herweha di gelek xalên din yên hevbeş de peyman çêbûye ku serok Trump û Şah Selaman îmze kirine.

Di prêskonferansê de herdu wezîran dîsan balkişand ser rolê Îranê li herêmê û hewlidanên wê yên destekirin û bihêzkirina grûbên terorist û çekdarkirina grûbên şîdetkar yên weke tevgera Hûsiyan li Yemenê, Hizbilaha Lobnanê û grûbên çekdar li Îraq û Sûriyê.

Herdu wezîran hêvî xwestin ku bi serkeftina Hesen Rûhanî di hilbijartinan de weke serokê nû yê Îranê, rewş baştir bibe û ew bikarin dialoga aştiyane pêşda bibin.

Rex Tillerson ji aliyê xwe ve da zanîn ku, pewendiyên herdu welatan di çarçeva berjewendiyên hevbeş de ne, ewê hewil bidin di hemû aliyan de van berjewendiyên pêş bêxin û têkliyên xwe xûrt bikin, herweha Rex got, ewê derbarê peymana Atomî ya hêzên mezin yên navnetî bi Îranê re, di ber çavan re derbas bikin û cardî lê vegerin.

XS
SM
MD
LG