Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Welatiyê Tirk yê Tawanbar bi Terorê ji Almanya Dixwaz E

Adem Yilmaz
Adem Yilmaz

Amerîka welatiyê Tirk Adem Yilmazê, ku li Almanya jî, weke terorîst tê dîtin radestkirina wî dixwaze, lê Almanya red dike.

Welatiyê Tirk ku weke terorîstekî metirsîdar ji aliyê Amerîka ve tê dîtin, yê li Almanya girtîye û bi tawana endametiya rêxistinek terorîst hatiye girtin dadgeha Almanî red dike wî radestî Amerîka bikin.

Adem Yilmaz ku Amerîka sala 2015an, ew bi encmdana çalakiyek terorîstî tawanabr kir bû ku, wî berî 10 salan li ser sinorê Pakistan û Afgansitanê çalakiyek terorê li dij leşkerên Amerîkî encam dabû û Almanya ew sala 2010 bi tawana terorê girt bû, naxwaze radestî Amerîka bike, ev bû sedema dilmayina karbidestên Amerîkî.

Gundula Fehns-Boeer, berdevka dadgeha Frankfurt gote ajansa AP, jiber ku dê tevlihevîyek yasayî pêk bê, di nava Almanya û Amerîka de, jiber wê yekê ew nikarin Adem Yilmaz radstî Amerîka bikin.

Gundula dîsan dibêje"radestkirin pêk nayê heta ku, Amerîka zelal neke ku ew dê wî li ser tawanên ku li ser wan nehatiye sizadan dadgeh bike".

Marcus Gerngross peyvdarê hikûmeta Eyalet Hessen dibêje, piştî biryara dadgeha Frankfurt, û piştî hefteya bûrî Amerîka radestkirina Yilmaz xwast bû, tawanbar Adem Yilmaz şandiye wealtê wî yê eslî Tirkiyê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG