Serok Hikûmetê Îraqê Adil Abdulmahdî roja Duşemê biryar da hemû hêzên girêdayî Heşda Şaabî tevlî sopayê Îraqê yê nîzamî bibin.
Abdulmahdî herwiha biryar da hemû bingehên Heşda Şaabî bihên girtin, Mahdî, du bijarde xistine ber sîngê Heşdê Şaabî, yan tevlî Hêzên Artêşa Îraqê bibin yan jî tevlî siyasetê bibin li gur qanûna partiyan.
Li gur daxuyaniya ku ji ofîsa Serokwezîrê Îraqê derketî dibêje"nabe derveyî artêşa Îraqê ti hêzek çekdar ne veşartî û ne eşkere hebin li gurî ferman hatî dayin".
Serokwezîr Abdulmehî dema herî dawiyê heta roja 31 Tîrmehê destnîşan kirîye ku her kes pêgiriyê bi vê birayrê bike.