Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîyeke Neftê ya Îmaratê li Tengava Hormuzê Rastî Êrîşeke Mûşekî ya Îranî Hat

Wezareta Derve ya Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) îro Şemîyê ragihand ku tankereke neftê ya Kompanîya Petrolê ya Niştimanî ya Ebû Dabî (ADNOC) rastî êrîşeke mûşekî ji alîyê Îranê ve hate.

Ajansa Nûçeyan a fermî ya Îmaratê ragihand ku ti qurbanî nehatine ragihandin û rewş di bin kontrolê de ye. Ajansê hûrgulîyên li ser navê keştîyê, barê wê, ziyana êrîşê an jî alîyê berpirs eşkere nekirin.

Êrîş rojekê piştî wê yekê hat ku ADNOC gotibû ku ji destpêka şer ve 15 keştîyên wê dema ku di Tengava Hormuzê re derbas dibûn bi mûşek û dronan hatine armancgirtin.

ADNOC roja Înê got ku wê ji ber êrîşên li ser karmend û milkên xwe "bi giranî ziyan dîtiye."

Kompanîya Îmaratî ragihand ku ji desptêka şer di 28'ê Sibatê de, karmendekî wan hatiye kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG