Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulla: Gelek Hêz Hene Pirsa Kurd Wek Pirsa Sûrîyê Nabînin


Hevseroka Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Asya Ebdulla jibo beşdarî Konferansa Jina Rojhilata Navîn bibe, bi şandeyek jinên Sûrî re hat Dîyarbekirê.

Birêz Ebdulla di hevpeyvîneke taybet de bersîva pirsen Dengê Amerîka yên derheqa rewşa Kurdên li Sûrîyê, ser kêşeya girtina Derîyê Sînorê Herêma Kurdîstanê û jibo Konferansa Cenevre'yê dan.

Hevseroka PYD’ê destnîşan kir ku niha rewşa ku li Rojava heye berhema xebatên dûr û dirêj e.

Xanim Ebdulla got, li Rojava sîstemeke rêvebirîyê hatîye ava kirin ku ev jî “Xweserîya Demokratîk” e û ev sîstem jibo tevahîya gele herêmê ye.

Sîyasetvana Kurd got bal kişand ku ew ne alîgirê rejîmê, ne jî yê opozîsyonê ne. “Em alîyekî serbixwe ne û jibo mafê gelê xwe û demokrasîya Sûrîya xebatê dikin”.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:50 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG