Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ya Tirkîyê ragihand ku îro Pêncşemê li Hatayê erdhejek bi hêza 5 çêbûye.
AFAD’ê dîyar kir ku navenda erdhejê bajarokê bi navê Defne ye.
Li gor ragihandina AFAD’ê kûrahîya erdhejê 9.76 kîlometre ye.
Hatay piştî erdhejên 6’ê Sibatê, ku navend li Mereş bûn, bi hêzên mezin diheje û hin mirinên nû li wir çêdibin.
Karbidestên Tirkîyê bang li şênîyê Hatayê dikin ku bo derxistina kelûpelan nekevin hindur malên xwe yên xesardîtî.
Rikeberîya Tirkîyê dibêje şênîyê Hatayê jiber nebûna çadiran ji neçarî derbazî malan dibin.
Jêder: AFAD, Twitter