Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: 30,000 Sîvîl li Tel Afarê Asê Mane


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku bi qasî 30,000 sîvîl li Tel Afar asê mane û dibe ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) wan wek mertalên zindî bikar bîne.

Berdevkê NY'ê Stephane Dujarric dîyar kir ku li kampên kombûnê yên li başûr û li rojhilata Tel Afar alîkarîya mirovî tê kirin.

Dujarric da zanîn ku ew bi fikar in ku DAIŞ, sîvîlan wek mertalên zindî bikar bîne û yên hewil bidin birevin jî bikuje.

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya NY, bang li hemî alîyên şer kir ku derfetan bo derketina sîvîlên asê mane, çêke.

NY roja Duşemê dîyar kiribû ku ewê bi hezaran sîvîl di rojên pêş de ji herêma Tel Afar birevin.

Tel Afar, ku li rojavayê Mûsilê ye, yek ji navendên dawî yên di destê DAIŞ'ê de ye. Berî ku DAIŞ di sala 2014'an de kontrola Tel Afarê bi dest xîne, nifûsa wî bajarî 200,000 bû.

Artêşa Îraqê roja Yekşemê dest bi operasyona Tel Afarê kir û pêr Sêşemê jî ragihandibû du herêmên wê bi dest xistine.

XS
SM
MD
LG