Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netewparêzên Almanya Serokatîya Sê Komîtên Parlemanê Bidest Dixin


Alternative bo Almanya, AfD,
Alternative bo Almanya, AfD,

Endamên parlamena Almanya ji partiya netewexwaz, Alternatîv bo Almanîya serokatîya sê komîtên parlemanî bi dest xistin, di nav de desteka girîng ya budcê, wextê roja Çarşemê bi dengên kêm li hember rikeberên xwe de serkeftin bi dest ve anîn.

Peter Boehringer hatîye hilbijartin da ku serokatîya komîta budcê bike, bi wan dengên ku tenê ji partîya Alternatîv bo Almanîya "AfD", û Demokratên Azad yên alîgirên karsaziyê FDP'ê bi dest xist. Partîy Çepgir "Die Linke" ya rikeber li dijî wî deng da û nûnerên ji partîyên din xwe ji dengdanê parastin.

Endamên komîtê gelek caran bê çi dengdanan tên destnîşan kirin. Lê alîyên rikeber li dijî gelek gotinên pêştir yên Boehringer derbarê pirsên cuda têbînî nîşan dan, wek rexneyek ji diravê Euro.

AfD di nav hilbijartinên meha neh yên sala borî yên Almanîya de 12.6% ya dengan bi dest xist bûn ku, car yekê ye dikare korsîyan di nav parlemanê de bi dest bixe û bibe partîya sêhem ya herî mezim.

Wek xuya ye ew dê bibe partîya herî mezin ya opozisyonê demê hikumetek nû bê ava kirin.

Ew posta komîta budcê ku, bi rengek sembolîk girîng e, tevî wê çendê ku serokê wê komîtê nikare sîyaseta hikumetê bihguherîne.

XS
SM
MD
LG