Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afghanistan Çima di COP28 de Cîh Nagire?


Xemên civata navnetewî ya ser dûrxistina Kabulê ji danûstandinên keşûhewayê yên Neteweyên Yekbûyî bo sala sêyem li pey hev zêde dibe, di vê demê de ku Afganistanê bi zihabûn û lehîyên tund rûbirû ye.

Bi dehan kes li Afganistanê hatin kuştin, ku yek ji wan welatên herî xeternak ê cîhanê ye ji alîyê guherîna keşûhewayê ve, piştî baranên giran lehîyên ku di destpêka vê salê de li seranserî deverên ku di nava hişkesalîyê de bûn.

Lê Afganistanê di Civîna Keşûhewayê ya COP28 a li Dubaî de amade mebû, ji dema ku Talîbanê di sala 2021’an de Kabulê dagir kir.

Ti hikûmeteke bîyanî bi awayekî fermî desthilata Talîbanê nas nekirîye û di Civata Giştî ya NY de kursîyek wê tuneye.

Karbidestên bîyanî qedexeyên Talîbanê yên li ser jinan bi taybetî qedexekirina keç û jinan ji lîse û zanîngehan wekî sedema sîyasetên îzolekirinê, nîşan didin.

XS
SM
MD
LG