Wezareta Berevanîya Afganîstanê îro Sêşemê ragihand ku serhildeyên Talîbanê bi qamyonek bombebarkirî êrîş birin ser komandoyên arteşê û 3 kes kuştin, 41 kes jî birîndar kirin.
Wezaretê da zanîn ku 2 endamên hêzên komandoyan hatine kuştin û 6 komandoyên din jî birîndar bûne û birîndarên din yên mayîn jî sîvîl in.
Talîbanê bi daxuyanîyeke ser Twitterê berpirsîya peqîna li bakurê herema Balkh girt ser xwe.
Ev peqîn di vê demê de qewimî ku şandeyeke Talîbanê jibo gotûbêjkirina peyvajoya aştî ya bi Amerîka re serdana Îslamabadê ya paytexta Pakîstanê dike.
Talîban herwiha dixwaze ku vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganistanê ya beramber garantîkirina ewlehîyê û dabeşkirina desthilata sîyasî ya bi hikûmetê re nîqaş bike, lê heta niha naveroka danûstandinan zelal nebûye.
Hikûmeta Afganî berî destpêkirina danûstandinên li Doha ya paytexta Qatarê, banga agirbestêkê dike, lê Talîban vê daxwazê red dike.