Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî piştî pevçûnên gur yên bi Talîbanê re, agirbestek li ser xatirê eyda qurbanê ragihand.
Jêderên Talîbanê dîyar dikin ku rêberên rêxistinê bi awayekî êrênî li agibesta cejnê dinêrin, lê çaverê ye biryara dawî Şêx Heybetullah Aqundzade bide.
Talîbanê da zanîn ku dê bi sedan girtî jî berde, bes ti hûrgilî neda.
Nûçeyên ser agirbestê, piştî pevçûnên li Faryab ya li bakurê Afganistanê belav bûn.
Li gor Wezarera Navxweyî ya Afganistanê, Talîbanê beşeke Bilçirag bi dest xist û 50 kesên ji hêza hikûmetê kuştin.
Di vê mehê de, li Gazne jî pevçûn pênc roj dom kiribû û bi kêmî ve 150 leşker û 95 sîvîl hatibûn kuştin.
Leşkerên Afganistanê, hefteya borî bi piştgirîya Amerîka serhilda ji herêmê derxistibûn.