Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Afganî Girtîgeheke ji DAIŞ'ê Paşve Girt


jalalabad attack
jalalabad attack

Berdevkê Wezareta Berevanîya Afganistanê Fawad Aman îro îro Duşemê ragihand ku hêzên Afganî girtîgehek li herema Celalabadê, piştî şerekê çekdarî ya dirêj jinûve girtine.

Girtîgeh do Yekşemê ji hêla çekdarên DAIŞ'ê hatibû armanc kirin û di erişêde 29 kes hatibû kuştin.

Tê bawerkirin ku di vê zindanê de bi sedan endamên DAIŞ'ê hebûn.

Aman got ku girtîgeha li Celalabad ya paytexta eyaleta Nangarhar, ku nêzîkî 115 kîlometre yê rojhilata Kabulê ye, piştî nîvro hatiye girtin.

Wî got ku di şer de herî kêm 50 kes jî birîndar bûne.

Aman da zanîn ku piştî ku milîtanên dawîn yên ku li nêzî avahîyên niştecîhî bûn hatine kuştin, şer bi dawî bûye.

Aman herwiha ragihand ku di pevçûnê de 10 êrîşkerên DAIŞ'ê hatine kuştin û tevî du endamên rexistina Talibanê pênc girtî ji hêla miîltanan ve hatine kuştin.

Berdevkê walîyê eyaletê dîyar kir ku di şer de sîvîl, girtî, nobedar û hêzên ewlehîyê yên Afganî bi tevahî 29 mirov hatine kuştin.

Êrîş roja Yekşemê dema ku mîlîtanek xwekuj yê DAIŞ'ê otomobîleke bombebarkirî ajotîye ber derîyê bingehîn yê zindanê, bombe peqandiye û dest bi êrîşê kiriye. Mîlîtanên DAIŞ'ê erişê nobedaran kirine û ketine hindurê girtîgehê.

Rêxistina girêdayî DAIŞ'ê ya li Afganîstanê, ku wekî DAIŞ'a Xorasanê tê nasîn û navenda wê li eyaleta Nangarharê ye, berpirsîya êrîşê ragihand.

Êrîş rojek piştî ku karbidestan ragihandibû ku hêzên taybet yên Afganî fermandarekî payebilind yê DAIŞ'ê li nêzî Celalabad kuştine, pêk hat.

Tê bawerkirin ku bi sedan girtiyên li Celalabad endamên DAIŞ'ê ne.

Hêjayê bîrxistinê ye ku di demên dawî de, li Afganîstanê tundî û tûjî zêde dibe û hêzên heremî yên girêdayê DAIŞ'ê berpirsîya xwe ya bo piranîya êrîşan radigihînin.

XS
SM
MD
LG