Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Çekdarî de Generalekî Afganî Hate Kuştin


Di êrîşeke çekdarî de, generalê navdar Abdul Raziq jî di nav de, 3 karbidestên payabilind yên Afganî, hatine kuştin.

Jêderên xwecîhî ragihand ku êrîş di dema serdana generalê Amerîkî Scott Miller pêk hat, lê ew di êrîşê de ti zîyan nedît.

Jêderên xwecîhî didine zanîn ku êrîş piştî civînê çêbû, dema beşdarvan li cîhêl rabûna helîkopterê kom bûbûn.

Xencî Raziq, ku berê ji çend hewilên kuştina ji hela Talîbanê rizgar bûbû, rêvebirekî herêmî û serokê îstixbaratê jî di nav kuştîyan de ne.

Di êrîşê de kameravanekî xwecîhî hate kuştin, 2 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûn.

Talîbanê bi daxiyanîyeke ragihand ku çekdarên wê ew êrîş pêk anîye.

XS
SM
MD
LG