Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Operasyonên Leşkerî de Nêzî 150 Kes li Afganistanê Hatine Kuştin


Karbidestên Afganî dibêjin ku di operasyonên leşkerî yên dawî de, ku koalîsyona navnetewî jî bi êrîşên esmanî piştgirî dide, dora 100 xirabkarên Talîbanê hatine kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Karbidest didine zanîn ku operasyonên leşkerî jibo kontrolkirina devera Bala Murxab ya kêşebar li istana Badxis têne kirin.

Bi sedan xirabkarên Talîbanê yên bi çekên giran, Pêncşema borî jibo cara duyê di nav mehekê de, êrîş biribin ser Bala Murxab û cîhên girîng yên wek navenda polîsan û girtîgeha serekî xistibûn bin kontrolê.

Çekdarên Talîbanê di êrîşê de bi kêmî ve 30 hêzên hikûmeta Afganî kuştibûn û bi dehan kesên din jî desteser kiribûn.

Wezareta Berevanî ya Afganî ragihand ku operasyonên bersîvdanê yên hikûmetê yên ser veşartgehên Talîbanê zêde bûne û koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jî bi firokan piştgirî dide operasyonan.

Wezaretê da zanîn ku di şerên nav du rojên borî de 12 hêzên hikûmeta Afganî hatine kuştin û bi kêmî ve 34 kesên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG