Lînkên eksesibilîtî

Li Afganistanê Çekdaran Êrîşê Nexweşxaneya Leşkerî Kirin


Polîsên Afgan diçin cîhê bûyerê

Retuers’ê ragihand ku îro Çarşemê li Kabul ya paytaxta Afganistanê çekdarên ku kincên doktoran li xwe kiribûn êrîşî nexweşxaneyeke leşkerî kirin.

Hêzên ewlekarîya Afgan dan zanîn ku êrîşa li Nexweşxaneya Serdar Mihemed Daubxan piştî peqînekê destpê kir ku hejmara çekdaran herî kêm 3 ye.

Dema êrîşa çekdarî dom dikir, ji nexweşxaneyê dengê peqîna duyê jî hat.

Berdevkê serokomarîyê Dawlat Wazirî dîyar kir ku li nexweşxaneyê pevçûneke giran didome, lê eşkere nekir ku çend kuştî û birîndar hene.

Nexweşxaneya leşkerî, nêzî balyozxaneya Amerîka ya li Afganistanê ye ku tedbîrên ewlekarîyê li wê derdorê, jiber êrîşên Talîban yên ku jinûve pir bûne hatibû zêde kirin.

Berpirsîya êrîş û peqîna li nexweşxaneyê hîn ti rêxistina negirtiya ser xwe. Berdevkekî Talîban got ku ew niha nikare ti şiroveyan ser êrîşê bike.

XS
SM
MD
LG