Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Terorîstî de bi Dehan Kes li Afganistanê Hatine Kuştin


Paktia province, Afghanistan
Paktia province, Afghanistan

Di êrîşeke terorîstî ya ser bingeheke polîsan de herî kêm 52 kes li rojhilata Afganistanê hatine kuştin, 200 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestên Afganî didine zanîn ku êrîş dema êrîşvanekî xwekuj otomobîla bombebarkirî li navendeke perwerdê ya li bajarê Gardez ya Paktia peqand, destpê kir.

Piştî peqînê, jimareke çekdar avêtin ser navenda hînkirinê û dest bi teqekirina polîsan kir.

Karbidestê saxlemî Hîdayatullah Hamîdî ragihand ku di nav qurbanîyan de sîvîl û polîs jî hene.

Raportên nepiştrastkirî îdia kir ku rêvebirê polîsan yê Paktia Toralia Abydani jî di êrîşê de hate kuştin.

Talîbanê bi daxuyanîyekê berpirsîya wê êrîşê rakir ser xwe.

XS
SM
MD
LG