Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke DAIŞ'ê de 25 Sîx li Afganistanê Hatine Kuştin


Jineke Sîx ya Afganî şînîya hezkirîyên xwe digire

Hikûmeta Afganîstanê îro Çarşemê ragihand ku di encama êrîşeke xwekujî ya dijî avahîyek olî ya kêmanîya olî ya Sîxan 25 kes li paytexta Afganîstanê Kabulê hatine kuştin.

Rexistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi daxuyanîyekê berpirsîya êrîşê girt ser xwe.

Piştî çend demjimêrên ji destpêkirina êrîşê, Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Tariq Aryan ragihand ku operasyon ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hatiye bi dawî kirin û hemî êrîşker hatine kuştin. Lê, Aryan zelal nekir ku hejmera çekdarên kuştî çi ye.

Wezareta Navxweyî got ku 25 Sîx, dema ew di civîneke olî de bûn, hatine kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Wezaretê da zanîn ku 80 kes jî ji êrîşê hatine rizgar kirin.

Hejayî bîrxistinê ye ku Sîx berê jî li Asyaya Başûr bûbûn armanca êrîşên mîlîtanên Îslamî û li Afganistanê kêmtir ji 300 malbatan mane.

XS
SM
MD
LG