Reuters’ê îro Pêncşemê ji zarê Wezareta Berevanî ya Afganistanê ragihand ku di êrîşên Talîban yên li ser bingeheke leşkerî de bi kêmî ve 43 leşker hatine kuştin.
Êrîş li başûrê herêma Kandaharê pêk hat. Wezaretê bi daxuyanîyekê da zanîn ku êrîş bi şev dereng pêk hatine û ji 60 leşkerên li bingehê, 43 hatine kuştin, 9 hatine kuştin û 6 jî wenda ne.
Wezaretê herwiha dîyar kir ku di bersîvdana êrîşê de, herî kêm 9 çekdarên Talîbanê hatine kuştin.