Breaking News

Herî Kêm 15 Afganî ji layê Leşkerekê Amerîkî ve Hatine Kuştin

Karbidestên Afganî û dîdevan dibêjin ku herî kêm 15 Afganî yên sivîl roja Yekşemê ji layê leşkerekê Amerîkî ve hatine kuştin.

Karbidest dibêjin ku leşkerekê Amerîkî bingehekê hêzên Amerîkî li Qendeharê hêla û xanîyên devera Pencawî gullebaran kirin.

Li gor Karbidestên Amerîkî, leşkerê Amerîkî ji layê hêzên NATO’yê ve hate girtin û lêkolîn li ser wê bûyerê berdewam e.

Balyozê Amerîkî li Afganistanê James Cunningham bi navê hikûmeta Amerîkî sersaxî li malbatên qurbanîyan kir.

Cunningham dibêje ku Amerîka bi tundî her kirîyareke leşkerên Amerîkî li dijî sivîlên bêguneh mehkûm dike. Cunningham herwiha got ku hikûmeta Amerîkî piştrast dike ku ew leşkerê Amerîkî dihête dadgehkirin.

XS
SM
MD
LG