Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Bilind yên Leşkerî yên Amerîkî Bersîva Pirsên Kongresê yên Ser Afganistanê Didin


Lloyd Austin û Gen. Mark Milley (Arşîv)
Lloyd Austin û Gen. Mark Milley (Arşîv)

Karbidesten bilind yên leşkerên Amerîkî îro Sêşemê derdikevin peş Kongiresê ku pirsên kanûndanaran li ser dawîkirina şer li Afganistanê bersiv bidin. Her wiha ew ê pirsên li ser alozîyên di hefteyên dawî de çebûn di dema ku hezên Amerîkî piştî 20 salan ji vir wekişandin.

Wezirê Beravanîyê Lloyd Austin, General Mark Milley, û Fermandarê Fermangeha Navendî ya Amerikî Kenneth McKenzie wê derkevin peş Komiteya Xizmetên Leşkerî ya Senatoyê li ser bidawîkirina operasyonên leşkerî li Afganîstanê her wiha planên dij-terorî yên leşkerîyê bo siberojê.

Wê karbidestên leşkerîyê, roja Çarşemê jî derkevin li peş kongiresê.

Pentagon heta niha beravanî ji operasyona wekişandinê kir, ku ji pitirî 120 hezar kes ji Afganistanê hatin derxistin di dema ku Talîban carêke din kontrolkirina Afganistanê bi dest xist.

Di operasyona leşkerî ya li balafirgeha navnetewî ya Kabulê alozî çebûn, ku 13 leşkerên Amerîkî û 169 Afganî di erişeke xwekujî de hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG