Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan, Pakistan û Amerîka Benda Danûstandinên ligel Talîbanê ne


Karbidestên Afganî, Pakistanî û yên Amerîkî hewil didin ku jinûve dest bi danûstandinên bi Talîbanê re bikin da ku çareserîyeke sîyasî ji şerê navxweyî ya Afganî re bibînin.

Nûnerê taybet Amerîkî jibo Pakistan û Afganistan, Marc Grossman îro Înîyê li Îslamabadê bi Wezîrê Derve yê Afganistanê Cawîd Ludin û Wezîrê Derve yê Pakistanê Celîl Abbas Jilanî re kom bû.

Her sê dîplomat ji rojnamevanan re got ku ewê bizavê bikin rêberên Talîbanê ku dixwazin pişikdarî li danûstandinên aştîyê bikin, bi ewlehî bigehîne cîhê danûstandinan.

Tê bawer kirin ku piranîya rêberên Talîbana Afganî li Pakistanê dimînin.

XS
SM
MD
LG