Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Jimareke Peqînên Afganistanê de bi Dehan Kuştî û Birîndar Hene


Jineke Afgan piştî peqîneke li Kabulê di nav hêstiran de ye
Jineke Afgan piştî peqîneke li Kabulê di nav hêstiran de ye

Di jimareke peqînan de bi kêmî ve 10 kes li Afganistanê hatine kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Li gor AP, heta niha ti kes berpirsîya wan peqînan negirtiye ser xwe, lê piranî civata Şîa hatiye armancgirtin ku Dewleta Îslamî ya Xorasanê pir caran Şîayan dike armanc.

Di êrîşa herî xirab de 10 kes di dema nimêjê de li bajarê Mezarê Şerîf hatin kuştin û 40 kesên din jî birîndar bûn.

Demeke zûtir ya îro li taxeke Şîayan ya paytext Kabulê bombeyeke ku li ser rê peqîya, 2 zarok birîndar kirin.

Di peqîna sisêyan de li istana Qunduz ya bakurê Afganistanê qamyonek kir armanc ku tê de kelûpelên Talîbana desthildar hebûn.

XS
SM
MD
LG