Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Tevgera Talîban Şeş Polîsan Dikuje


Berpirsekî Afganî dibêje tevgera Talîban êrîşî sê xalên vekolînê kir li parêzgeha Farah a rojavayê welêt û şeş polîs kuştin.

Mihemed Nasir Mehrî, peyvdarê parêzgarê Farah, dibêje heşt polîsên din di êrîşa derengî Şemiyê de birîndar bûn. Ew dibêje heşt çekdar hatin kuştin û bi kêmanî pênc ên din birîndar bûn di pevçûnê de.

Tevgera Talîban berpirsiyariya êrîşê ragihand.

Li alîkî din ê Afganistanê, heft çekdar hatin kuştin û du birîndar bûn dema bumbeyek pêşwext teqiya li parêzgeha Kunduz a bakurê welêt.

Berpirsê navçeyê Mehbûbullah Sayedî dibêje çekda mirin dema wan hewil dida bumbeyekê biçînin li ser riyekê ku heêzên ewlekariya Agfganistanê wê bikar tînin di hatûçûna xwe de

XS
SM
MD
LG