Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan: Amerîka Dê 3,3 Mîlyar Dolar Arîkarî Bide Hêzên Afgan


Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Afganistanê Zalmay Xelîlzad û hin karbidestên din yên payabilind do Yekşemê li Kabul ya paytext bi rêvebirîya Afgan re kom bûn.

Ew civîn li demeke ku Talîban li Afganistanê jinûve pêşde diçe rast hat.

Hêzên bîyan ew mehek e ji Afganistanê vedikişin û Talîbanê di 6 hefteyên dawî de 9 herêmên welêt bi dest xistine.

Di pevçûnan de ji her her du alîyan bi sedan kes hatine kuştin û hin sîvîlan jî canên xwe ji dest dane.

Berdevikê Serokê Afganistanê Eşref Ganî, Muhamed Amîrî ragihand ku ew di civînê de ser berevanî, aborî û alîkarîyên mirovî axifîne.

Muhamed Amîrî dîyar kir ku karbidestên Amerîkî soz dane Ganî ku ew du salan her sal dijî Talîbanê 3,3 mîlyar dolar piştgirîyê bidin.

Amîrî da zanîn ku Amerîka bo xurtkirina artêşa Afgan dê firokên cengê, ekîpman û kelûpelên leşkerî jî bide.

Hikûmeta Afganistanê operasyonên dijî Talîbanê bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Amerîka pêk tîne.

Berpirsên Afgan dibêjin ku bêyî piştirîya hêzên bîyan serketina dijî Talîbanê dijwar e.

Li gor ragihandina berpirsên Amerîkî, Xelîlzad û karbidestên bi wî re dê derbazî Doha ya Qatarê bibin ku li wir danûstandinên bi Talîbanê re didomin.

Karbidestên hikûmeta Afgan û nûnerên Talîbanê ji Îlona sala borî vir ve li Doha danûstandinê dikin.

XS
SM
MD
LG