Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê 14 Kes di Êrîşeke Bombeyî de Hatin Kuştin


Di êrîşeke li Helmand ya Afganistanê de bi kêmî ve 14 kes hatin kuştin û 45 kesên din jî birîndar bûn.

Erîşa bi maşîneya bombebarkirî li Leşkergah ya Helmandê pêk hat.

Maşîneya bombebarkirî, gava temaşevan ji pêşbazîyeke sporê derdiketin hat peqandin.

Dema êrîş pêk hat, walîyê Helmandê û siyasetvanên herêmî jî li qada spor3e bûn.

Berpirsîya êrîşê hîn ti rêxistin negirtiye ser xwe.

Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî ser bûyera peqînê got ku êrîşeke terorî ye û şermezar kir.

Piranîya Helmandê di bin kontrola Afganistanê de ye. Hêzên hikûmetê, bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Amerîka kontrola Leşkergahê di dest xwe de digirin û hin cîhên din jî sitandine.

Roja Çarşemê jî li Kabul ya paytaxta Afganistanê êrîşeke xwekuj li dar ketibû û 29 kes hatibûn kuştin. Berpirsîya êrîşê Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtibû ser xwe.

XS
SM
MD
LG