Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan Biryara Amerîkî ya Ser Hebûnên Wê yên Cemidandî Rexne Dike


Avahîya Da Afganistan Bank (DAB), Banka Navendî ya Afganistanê ya li Kabulê (Arşîv)
Avahîya Da Afganistan Bank (DAB), Banka Navendî ya Afganistanê ya li Kabulê (Arşîv)

Banka navendî ya Afganistanê (DAB) biryara Amerîka ya berdana diravên cemidandî yên Afganîstanê da ku bo alîkariya mirovahî were xebitandin, rexne kir.

Serokê Amerîka Joe Biden ew yek roja Înîyê bi biryarnameyeke ku îmza kiribû , ragihand.

Di heman biryarnameyê hatibû dîyar kirin ku Washington wê nivê din 3.5 mîlyar dolarên ku wê li Amerîka bimîne veqetîne ku bo tazmînatên dozên qûrbanîyên terorîzmê yên êrîşên 11'ê Îlona 2001'ê were bikar anîn.

Da Afganistan Bank (DAB) ev biryar bi daxuyanîyeke rexne kir û ragihand ku hebûnên wê yên li Amerîkayê li gor rêgezên navneteweyî hatine damezrandin û aîdê gelê Afganistanê ne.

"DAB biryara dawî ya Amerîkayê ya ser astengkirina rezervên FX (dirava biyanî) û dabeşkirina wan bo armancên negirêdayî, wek neheqiya li gelê Afganistanê dinirxîne," bankayê got.

Herwiha, DAB'ê da zanîn ku wê ti carî qebûl nake ku hebûnên Afganistanê di bin navê tazmînat yan alîkarîya mirovahî ji kesên din re were dayîn.
Bankayê bang li Washingtonê kir ku biryara xwe betal bike û hevdem tevahîya diravên Afganî serbest berde.

Li gor biryarnameya Biden, wê sazîyên darayî yên Amerîka bo alîkarîya Afganistanê û pêwîstîyên bingehîn yên Afganîyan giheştin û karanîna 3.5 mîlyar dolaran hêsan bikin.

XS
SM
MD
LG