Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Afganî li Qatar Dê Diyaloga Aştiyê bi Talîbanê re Bikin


Kabul-Şanda danûstankarên hikûmeta Afganistanê yên di asta bilind de dê herin Doha paytexta Qatarê bo encamdana gera nû ya diyaloga aştiyê bi Talîbanê re, piştî ku herdu alî li ser berdana girtiyan gihane şêweke lihev hatinê.

Çavkaniyên girtîgehan, hikûmet û dîplomasî bo ajansa Reuters piştrast kirine ku hemû girtiyên Talbîna ku nêzî 5,000 kes bûn her hemû hatine berdan, tenê 7 kes nebin, ku Talîban berdana wan jî weke şertê pêşîn dibîne.

Çar çavkaniyên hikûmet û dîplomasî dane zelal kirin ku kesên kêm jî yên girtiyên Talîbanê dê serbest bibin.

Herwiha peyvdarê bi navê Şêwirmendiya Ewlekariya Niştîmanî ya Afganistnaê Javid Faisal piştrast kirîye ku hemû girtî hatine berdan tenê "hejmarek kêm nebe" li hemberî wê û li gor daxwazên hikûmeta Kabul, Talîbanê jî kesên hêzên ewlekariyê yên girtî serbest kirine.

Javid Faisal di hesaba xwe ya twîterê da dibêje"xebatên dîplomasî dom dikin" îşaret bo hewildanên serbest berdan wê hejmara kêm jî, ku hevkarên navnetwî liser berdana wan 7 kesan nerazîne û dîsan got"Em dibînin ku danûstandinên raste rast, demûdest destpê bikin."Talîbanê derbarê daxwaza ku tiştekî bêje red kirîye.

Lê nehat zanîn kanê kengî danûstandin dê destpê bikin, şanda ku liber bû îro Pêncşemê here Doha hat paşxistin.

Girtiyên Talîbanê sedem bûn ku ev çend mehin xebatên Amerîka yên navbeynkariyê hatbûn asteng kirin.

Piştî ku 400 girtiyên Talîbanê vê dawiyê hatin berdan ku bi êrîşên ser hêzên ewlkariyê û êrîşên ku bûne sedema mirina sedan kesan tên tawanbar kirin, mijara bi hefteyan ya gotûbêjan bû.

Ji girtiyên Talîbanê hejmarek kêm maye, ku welatên rojavayî li ser berdana wan di nerazîne jiber ku wan beşdarî di kuştina kesên biyanî da kirine li Afganistanê.

Pênc çavkaniyan ji Reuters re dane zelal kirin ku pirsgirêk niha li ser berdana 7 kesane, ewê wan girtiyan li Doha li jêr çavdêriyê bihêlin, herwiha Talîban jî dê 7 kesên girtî li cem xwe bihêle.

Washington, ev çendîn meh in, navberynkariyê dike da ku peymana aştiyê di navbera Talîban û hikûmeta Kabul çêke û şerê 19 salan li wî welatî bidawî bîne.

XS
SM
MD
LG