Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan: "Dayika Hemî Bombeyan" 36 Çekdarên DAIŞ'ê Kuşt


Bombeya ku têde 11 ton peqînkar heye
Bombeya ku têde 11 ton peqînkar heye

Reuters'ê îro Înê ji zarê Wezareta Berevanî ya Afganistanê ragihand ku di erîşa Amerîka ya bi "dayika hemî bombeyan" de bi qasî 36 çekdarên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Encama êrîşê ji alîyê jêderên serbixwe ve hîn nehatîye piştrast kirin, lê berdevkê wezaretê Dawlat Wazîrî dîyar kir ku êrîşê şikeft û tunelên DAIŞ'ê armanc kiriye.

"Ti sîvîl birîndar nebûn, tenê bingeha ku DAIŞ'ê jibo êrîşan bi kar dianî hat hilweşandin" Waziri got.

Bombeya ku wek "Dayika Hemî Bombeyan" tê zanîn GBU-43 e û ji 11 ton peqînkaran pêk tê.

XS
SM
MD
LG