Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Afganistanê Ghanî Eşref Nexşerêya Aştîyê ya Sê Qonaxan Pêşniyar Dike


Serokê Afganistanê Eşref Ganî
Serokê Afganistanê Eşref Ganî

Ajansa Reutersê ji belgeyek ku bi dest xistiye îro Yekşemê li ser pêyvajoya aştîya li Afganistanê nûçeyekî nû ragihand.

Reuters dîyar kir ku Serokê Afganistanê Eşref Ghanî ewê di civîna pêşniyarkirî ya li Tirkîyê de, nexşerêyek aştîyê ya sê qonaxî pêşkêş bike ku bi rexistina Talîbanê re berîya hilbijartinan peymanekî û agirbestê ava bike.

Washington, bi armanca di navbera hikûmeta Afganistanê û Talîbanê de peymana aştîyê were çê kirin, hewld dide ku di vê mehê de, bi mazovaniya Tirkîyê û beşdarbûna Neteweyên Yekbûyî (NY) konferansekî were dar xistin.

Nexşerêya Ghanî, wek planek nû ya li hemberî plana berê ya ku ji alîyê Washington ve hatîbû ragihandin, lê ji hêla hikûmeta Afganistanê ve hatîbû red kirin, dê were pêşkeş kirin.

Belge nîşan dide ku pêşnîyara bi navê 'Gihîştina Qonaxa Dawî' ya Ghanî dê, di qonaxa yekê de, lihevkirinek li ser peymanek sîyasî û agirbesteke ku di bin çavderên navneteweyî de, heye.

Hevdem, di qonaxa dudya de, lidar xistina hilbijartina seroktîyê û damezrandina 'hikûmeta aştîyê' û peymanên pêkanînê yên bo ber bi sîstemek sîyasî ya nû ve, xûya dike.

Di qonaxa sêyan de jî, avakirina "çarçoveya qanûna bingehin, jinûve beşdarkirina penaberan û pêşketin' ya bo pêşveçûna Afganistanê, tê destnîşan kirin.

Karbidestekî payebilind yê hikûmetê got ku Ghanî jixwe nexşerêya xwe bi paytextên biyanî re parve kiriye.

Mihemed Naîm, berdevkê Talîbanê yê li Qatar, got ku pêşnîyarek wiha ji wan re ne hatîye kirin.

XS
SM
MD
LG