Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komeke Jinên Afganî bo Piştevanîya Desthilatdarîya Talîbanê Kom Bûn


Dîmeneke ji kombûna jinên Afganî ya li paytext Kabul, 26 Rêbendan, 2022
Dîmeneke ji kombûna jinên Afganî ya li paytext Kabul, 26 Rêbendan, 2022

Komeke Jinên Afganî îro Çarşemê li Kabulê ya paytexta Afganîstanê jibo piştgirîya rejîma Talîbanê kom bûn û wan bang li welatên rojava kirin ku qedexeyên ser hebûnên Afganistanê werin rakirin.

Nêzî 100 jinên Afganî ku -piranîya wan burkayên sergirtî li xwe kiribûn -
di bin kontola hêzên Talibanê de li ber balyozxaneya Amerîkî ya vala ya li Kabulê civîyan.

Hinek ji wan pankartên bi nivîsa: "Em jinên Afganî piştgirîya Îmarata Îslamî dikin" navê ku Talîban jibo rejîma xwê bi kar tine, hildan.

Herwiha, jinan di pankartan de ji Washingtonê daxwaz kirin ku rê li ber giheştina hebûnên banka navendî ya Afganîstanê ya bi 9.5 milyar dolaran veke, yên ku Amerîkayê sala borî cemidand, piştî vekişîna hêzên navteweyî Talîbana tundrew bû desthilatdar.

Li Afganistanê ji dema ku Talîban di Tebaxa 2021'an de desthilatdarî girt vir ve, dijî xwepêşandanên serwerîya xwe bertekên tund nîşan dide.
Lê, ji alîyê din ve parastina xwepêşandanên ku piştgirîyê didin serwerîya tund ya Îslamî, dike.

Hevdem, mafên jinan di dema rejîma yekê ya îslamîyan i sala 1996 heta 2001 hate binpêkirin.

Ev binpekiranan niha jî didomin tevî ku soza Talîbanê ser sînordarkirinên tund yên bo ger, kar û xwendina jinan soza nermbûnê dabû jî.

Herî dawî, du jinên aktîvîst yên ku dijî Talîbanê xwepêşandan dikirin ji hefteya borî vir ve, winda ne.

Talîban revandin yan desteserkirina wan jinan red dike.

XS
SM
MD
LG